Nêçîrvan Barzanî: Hikûmet di çaksaziyan de cidî ye

behsa girîngiya nîşana iso 9001ê jî kir
کوردستان TV
100%

Serokwezîr Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di konferansa Bexşandina Baweriya (Iso 9001) bi Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê de ragihand,  bi bexşandina vê bawernameyê derket ku di hemû rewşan de hikûmeta Herêma Kurdistanê xwazyarê çaksaziyê ye û ber bi qonaxeke baştir û pêşkêşkirina xizmetguzariyê ji welatiyan ve diçe.

Nêçîrvan Barzanî di konferansa ku li Hewlêrê hatibû organîzekirin ragihand, ew sîstema niha hatiye ragihandin, berê bi serkeftin ji Desteya Geştûguzar û Hatûçûna Dihukê hatibû cibicîkirin, niha jî li Dîwana Wezareta Navxwe tê cibicîhkirin.

Serokwezîrê di berdewamiya axaftinên xwe de got: Em hewl didin ji bo hemû sazî û dezgehan teknolojiya elektronîkî ya pêşkeftî dabîn bikin. Divê astengiyên li pêşiya karên hemwelatiyan li dermangehên hikûmetê werin rakirin. Divê hemwelatî ji vê sîstema kevin û rûtîn rizgar bibin.”

Nêçîrvan Barzanî amaje bi giringiya çaksaziyan di hemû wezaret û dezgehên hikûmetê de kir û got, ku ew piştgirî dide hemû çaksaziyên ku zêdetir xizmetê digihînin hemwelatiyan.

Herwiha Nêçîrvan Barzanî diyar kir, ku ji bo bihêzkirina sîstema kargêrî ya Herêma Kurdistanê pêwîstî bi biryarên parlamentoyê jî heye û herwiha divê sûdê ji yasayan jî werbigrin.

Barzanî ragehand, hikûmet di pêkanîna çaksaziyan de cidî ye û amaje bi wê da jî, îro di qonaxeke nû de ne. Bi xweragirî û qehremaniya Pêşmerge me karî DIŞIê bişkînin û hewla me jî ew e pêwendiyeke baş di çarçova destûra Iraqê de pêkbê.

Barzanî tekez kir ku Kurdistan xwedî sermayeyeke mirovî ya mezin e û ragehand, nabe serkeftin bi navê yek kesî be û divê em dawî li ez eziyê bînin ji bo serkeftina zêdetir bidest bixin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.