BBP: Divê berî gavekê HDP were girtin

partiyeke tirkî daxwaza daxistina HDPê dike
کوردستان TV
100%

Serokê Partiya Yekîtiya Mezin (BBP) Mustafa Destici got ku divê berî gavekê dozgerên komarê wezîfa xwe bikin û pêvajoya girtina Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) bidin destpêkirin.

Serokê BBPê Mustafa Destici di televîzyoneke Tirkiyê de axivî û got ku em li dijî girtina partiyên siyasî ne. Lê belê HDP bi PKKê ve girêdayî ye û hinek endamên partiyê sûcdar in. Ji ber vê yekê divê ew cezayê xwe bikişînin û partiya wan were girtin.

Mustafa Destici wiha berdewam kir: HDP partiyeke Marksîst û Lenînîst e. Li dijî çand û baweriya vî gelî ye. Divê were girtin.

Mustafa Destici bi Recep Tayyip Erdogan re li hev hat û di nava tifaqa Cumhûrê de cihê xwe girtiye.

Ppeyama kurd

 

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.