Li devera Ciwanro 6 endamên malbetekê bûne qurbanî

tê gotin hine ji wan canê xwe ji dest dane
کوردستان TV
100%

Di encama teqîna bombeyeke paşmayî de 6 endamên malbetekê bûne qurbanî.

Li gor jêderên herêmî êwara roja derbabsûyî li gundê Şêx Sile ya li devera Selasê Bawecanî ya ser bi Ciwanroya Rojhilatê Kurdistanê, bombeyek teqiyaye.

Li gor wan jêderan di encama teqîna bombeya paşmayî ya şerê Îran û Îraqê, li gundê Şêx Sile ku nêzî sînorê navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê ye 6 endamên malbetekê bûne qurbanî.

Ew her şeş kes bo nexweşxaneyê hatine veguhastin û tê gotin ku hine ji wan jî canê xwe ji dest dane.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.