Raporvana Tirkiyê ya Parlemana Ewrûpayê, Kati Piri dibêje ku jibo ku hilbijartinên 24’ê Heziranê rêwa bin, divê berbijarê Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) yê Seroktiyê, Selahedîn Demîrtaş were azad kirin.
Piri, li ser hesaba xwe ya Facebookê, bi heştega #FreeDemirtaş (Azadî ji Demîrtaş re) bal kişand ku kandîdê HDP'ê neçar hatiye hêştin ku ji zindanê kempeyna xwe ya hilbijartinê bimeşîne.
Parlemantera Hollandî bi bîr xist ku namzetê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Muharem Înce û ya Partiya Baş Meral Akşener jî banga azadkirina Demîrtaş kirin.
"Tenê dema ku Demîrtaş were berdan, kempeyneke rêwa ya hilbijartiin dikare pêkan e û divê hemî demokrasîxwaz piştgirîya vê daxwazê bikin."
Piri diyar kir ku bi Rewşa Awarte (OHAL) givaştinên ser azadî û mafên bingehîn pirtir kiriye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin