Eşîretên Rojavayê ji bo yekîtiya Kurdan dixebitin

Eşîrên Kurdî li Rojavayê dest bi hewldaneke nû kirin
کوردستان TV
100%

Meclîsa Eşîrên Kurdan ya Rojavayê Kurdistanê ji bo ku yekîtiyekê di nava Kurdan de pêk bîne, dest bi xebatan kir. Hemî derdorên siyasî vê gavê destek dikin, lê belê heta niha tiştekî berbiçav hê derneketiye holê.

Li gor nûçeyeke peyamakurd Meclîsa Eşîrên Kurdan ya Rojavayê Kurdistanê di destpêkê de dixwaze ku Encumena Niştimaniya Kurdên li Sûriyê (ENKS) û Tevgera Demokratîk (TEV-DEM)ê bêşert û qeyd bîne cem hev. Serokê meclîsê got ku ji bo vê armancê me gavên girîng avêtine û em ê di nêz de haya gel jê çêbikin.

Serokê Meclîsa Eşîrên Kurdan ya Rojavayê Kurdistanê Fehed Deqorî wiha berdewam kir: “Pirsgirêkên di nava aliyên Kurdan de pir û mezin in. Ji ber vê yekê em mecbûr bûn ku hinek gavan bavêjin.”

Rêvebirê TEV-DEMê Ebdusselam Ehmed got ku ji bo xêra gelê me, bêşert û qeyd em amade ne ku bi her kesî re biaxivin.

Sekreterê Giştî yê ENKSê Suud Mele got ku armanca me jî yekîtiya Kurdan e. Lê divê pêşiyê, TEV-DEM ji bo hevdîtinan amade be. Lewra Kurdistana Sûriyê di bin tehdîdê de ye.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.