Polîsê Hewlêrê du diz deste ser kir

beriya 24 seatan diziya xwe ya dawî kiribûn
کوردستان TV
100%

Beriya 24 seatan diziya xwe ya dawî kiribûn.

Peyvdarê polîsê Hewlêrê Hogir Ezîz di daxuyaniyek de ku li pêgeha taybet ya polîsê Hewlêrê hatiye weşandin, diyar kiriye ku di saya kamêrayên çavdirê de hêzên polîs karîne du dizan ku 24 seat berê diziya xwe ya dawî ji dikanekî kiribûn binçav bike.

Hogir Ezîz herwiha diyar kir ku ew her du diz bi qasî 100 misqal zêr, hinek pere û telefûn ji dikanekî ya li taxê Hevalan ya li Hewlêrê dizîbûn û bi saya kamêrayên çavdêriyê polîs karî ew her du dizan destnîşan û pişt re jî wan destgîr bike.

Di beşeke din ya vê daxuyaniya han de hatiye gotin ku ew her du dizên han dema hatine girtin hinek jî madeyên hoşber li gel wan hebûye.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.