DIŞI berpirsiyartiya êrîşa Belçîkayê girte ser xwe

DIŞI dibêje êrîşa Belçîkayê karê me ye
کوردستان TV
100%

DIŞIê bi rêya pêgehên xwe yên li torên civakî daxuyaniyek weşand û têde eşkere kiriye ku êrîşa ku beriya çend rojan li Belçîkayê pêk hatiye ji aliyê endamên wan ve hatiye pêkanîn.

DIŞI di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku ew êrîş ji aliyê leşkerekê DIŞIê ve hatiye pêkanîn û ew êrîş jî di çarçoveya wan êrîşan deye ku li dijî dewletên endam di hevpeymaniya cîhanî de tên pêkanîn.

Weke tê zanîn beriya du rojan li Belçîkayê êrîşek pêk hatibû  û di encam de du polîs, welatiyeke medenî û êrîşkar jî hatibûn kuştin.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.