Behsa rewşa Îraq û têkiliyên Kurdistan û Tirkiyeyê kirin.
Îro Sekreterê mekteb siyasiya partiya demokrata Kurdistanê Fazîl Mîranî pêşwaziya konsulusê Tirkiyeyê yê li Hewlêrê Hakan Karaçay kir.
Di civînê de Fazil Mîranî behsa rewşa giştî ya Kurdistan, Îraq û deverê kir û balkêşande ser prosesa siyasiya Îraqê ya piştî hilbijartinan û helwest û siyasetên PDKê yên di vê derbarê de ji bo şanda mêwan rave kir.
Mîranî herwiha behsa encamên serdana şanda PDKê ya bo Bexdayê jî kir û ragihand ku armanc ji vê serdana han bo agehdar bûn ji nêrînên aliyên siyasî yên Îraqê ên derbarê prosesa siyasiya Îraqê de bû.
Di dawiya civînê de jî konsulusê Tirkiyeyê diyar kir ku Tirkiye li gel tevahiya mafên destûrî yên Kurdistanê ye û got: Beşdarî kirina tevahiya aliyên siyasî yên Îraqê di nava hikûmeta nû de gelek girînge bo pêşeroja Îraqê.
.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin