Amerîka: Ji bo Minbicê levhatinek tune ye

Amerîka dibêje me lihev nekiriye
کوردستان TV
100%

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Heather Nauert daxuyaniyek da û got ji bo Minbicê heta niha levhatinek tune ye.

Ji ber ku di çapemeniyê de hinek nûçe derketin û digotin Amerîka û Tirkiyê li ser Minbicê li hev kirine, Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê di derbarê mijarê de daxuyaniyek da.

Di derbarê mijarê de Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Heather Nauert daxuyaniyeke fermî da û wiha axivî: Di navbera her du dewletan de ji bo Minbicê ti peyman tune ne. Heta niha civînên me û Tirkiyê encamek nedaye. Van rojên dawî jî civîneke me çêbû. Li Sûriyê li ser mijarê dî jî me fikrên xwe bi hev re parve kirin. Ji bo pêşerojê me nexşerêyek jî amade kir. Lê belê Minbic, di nava vê levhatinê de nîn e.

Ji bo ku levhatinek çêbibe, Wezîrê Karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo û yê Tirkiyê Çavuşoglu wê di 4ê Hezîranê de li Washingtonê civînekê pêk bînin.

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.