DYAyê li ser azadiya baweriyê rexne li Tirkiyeyê dike

rexne li tirkiyeyê dike û dibêje bawerî li tirkiyeyê di bin zextan deye
کوردستان TV
100%

Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA) her sal li ser azadiya baweriyê raporekê amade dike. 22 rûpelên rapora îsal li ser Tirkiyeyê ye.

Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA) her sal li ser azadiya baweriyê raporekê amade dike. 22 rûperên rapora îsal li ser Tirkiyeyê ye.

Di raporê de hatiye eşkerekirin:

“Di operasyonên li Saziya Dîyanetê hatî kirin de 4 hezar karmend ji karê wan hatine derêxistin.”

Li gor raporê li Tirkiyeyê ew kesên ne misilman nikarin li gor baweriya xwe bijîn.

Di raporê de hatiye diyarkirin ku dewlet elewîtîyê ji Îslamê cida dibîne û Cemgehan wek cihê îbadetê nabîne.

“Digel ku ji sala 1935ê ve Ayasofya mûze ye gelek kesên siyasetmedar jî di nav de, bi bangnameyan diyar dikin, ew dixwazin ew der bibe mizgeft.”

“Li Tirkiyeyê miftîyên sinnî hatin erkdarkirin ku dikarin zewaca fermî çêbikin. Ev yek statûya wan û birêvebirên civakê dike wekhev.”

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.