Şêwirmendê Kim Jong Un serdana Amerîka dike

amadekariyên taybet bi civîna her du serokan dikin
کوردستان TV
100%

Karbidestên Amerîka û Koreya Bakur, bo Serokên her du dewletan di civîna li Sîngaporê de kom bibin, danûstandinan didomînin.

Şêwirmendê payabilind yê Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un, General Kim Yong Chol bo danûstandinan derbazî Amerîka bû.

Ajansa Koreya Başûr, Yonhap ragihand ku Kim Yong Chol hefteya borî serdana Pekîn ya paytaxta Çînê kiriye û îro jî dê here New Yorkê.

Karbidestên her du aliyan, hewil didin ku girjîya ku bilind bûbû daxînin û Hilcivîna Sîngaporê, ku li ber e di 12’ê Hezîranê de li dar keve, pêk bînin.

Voa

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.