Xwedan nasnameya swêdî bûn.
Derket holê ku ew du kurdên ku li bajarê Kerkûkê ji aliyê DIŞIê ve hatibûn revandin, ji aliyê terorîstên DIŞIê ve hatine kuştin.
Malpera Rûsî ya Sputnik ragihandiye, 5 meh berê du kurdên ku xwedan nasnameya Swêdê bûn û ji Swêdê çûbûn Kerkûkê, li wir ji aliyê DIŞIê ve hatibûn revandin lê nedihat zanîn çi hatiye serê wan.
Li gorî nûçeya malperê, malper û rûpelên nêzîkî DIŞIê vîdyoyek belav kirine ku tê de du terorîstên DIŞIê wan her du welatiyên kurd didin ber fîşekan û dikujin.
Hat gotin ku xizmên wan kesan jî piştrast kirine ku yên di vîdyoyê de tên kuştin, mirovên wan in.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin