Berbijêrê HDPê bo Serokkomariya Tirkiyê Selahedîn Demîrtaş dibêje, ew wek barimteyekî di zîndanê de tê hîştin û azadbûna wî jî girêdayî pêşketinên siyasî ye.
Selahedîn Demîrtaş ku ev 20 meh in di zîndana Edîrneyê de girtî ye, bi rêya parêzerên xwe bersiv da pirsên rojnamevaneke Tirkiyê û da xuyakirin, divê kes xwe nexapîne li vê derê bangeşeya xwe dikim. Bila kesek jî bêdadiyê rewa neke, Aliyek hemû derfetên dewletê ji xwe bikar tîne û ew di zîndanê de ye.
Demîrtaş da zanîn, Tirkiyeke bê HDP mimkun nîn e. Niha aliyên dijber jî vê dibînin. Kî weha nêzîk bibe wê hilbijartinê jî dê sibêrojê jî wenda bike. Heta ku HDP di nav desthelata nû de cîh negre, demokrasî saz nabe.
Bal kişand ser rewşa girtina xwe û da zanîn, ew ne girtî ye, ew barimte ye. doza wî jî siyasî ye û azadbûna wî jî girêdayî pêşketinên siyasî ye. Siyaset li Tirkiyê yekser bandorê li dadgehan dike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin