Wezreta Dadê ya Tirkiyê rê neda Hevserokên HDPê bi namzedê serokkomariya Tirkiyê Selahedîn Demirtaş re hevdîtinê bikin.
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan li ber deriyê girtîgeha Edirneyê daxuyanî da rojnamevanan û got, ji ber rêgiriya Wezreta Dadê wan nekarîne Demirtaş bibînin. Buldan careke din banga azadkirina Demirtaş kir.
Herwiha Hevserokê HDPê Sezaî Temellî jî eşkere kir ku wan ji bo azadkirina Demirtaş serî li Dadgeha Yasaya Bingehîn dane.
Selahedîn Demirtaş ku namzedê HDPê yê serokkomariyê ye, 4ê Cotmeha 2016an hatibû girtin. Ji bo berdana wî jî serî li dadgehê hatibû dayîn lêbelê ew daxwaza berdana wî hatibû redkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin