Balafirên şer ên artêşa tirk careke din herêma Xakûrkê bordûman kirin. Artêşa tirk daxuyaniyek belav kir û îdîa kir ku gelek hedef hatine jinavbirin.
Artêşa tirk îro daxuyaniyek belav kir. Di wê daxuyaniyê de hat gotin ku herêma Xakûrkê ku dikeve ser sînorê Herêma Kurdistanê hatiye bordûmankirin.
Artêşa tirk ev heyameke herêmên Qendîl, Biradost Heftenîn, Gare, Metîna, Avaşîn-Basyan, Zap, Xakûrk, Kanîreş, Sîdekan û Amedî bordûman dike û heta niha di wan êrişan de 7 sivîlan canê xwe ji dest daye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin