Şanda PDKê vegeriya Kurdistanê

çend civîn û hevdîtin li Bexdayê pêk anîbû
شاندی پارتی له‌ به‌غدا ده‌گه‌ڕێته‌وه‌ هه‌رێمی كوردستان
کوردستان TV
100%

Li Bexdayê li gel tevahiya aliyan civiyabû.

Şanda bilind ya partiya demokrata Kurditanê yaku bi Serokatiya Sekreterê mekteb siyasiya PDKê Fazil Mîranî serdana Bexdayê kiribû, îro vegeriya Kurdistanê.

Şanda PDKê ku bi mebesta giftûgo kirin li ser bernameya siyasî ya part û aliyên siyasî yên Îraqê û herwiha giftûgo kirin li ser ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê serdana Bexdayê kiribû, li gel tevahiya part û aliyên siyasî yên Îraqê yên ku beşdariya hilbijartinan kiribûn kir.

Di wan serdanan de civînên du alî hatin organîzekirin û giftûgo li ser gelek mijaran bi taybetî encamên hilbijartinên Îraqê, çawetiya ava kirina hikûmeta nû, helwesta wan aliyan li hember mafên Kurd hate kirin.

Ji bilî wan part û aliyên siyasî, şanda PDKê li gel balyozê Îranê yê li Bexdayê jî civînek pêk anîbû.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.