Operasyona bagera Cizîrê ya HSD'ê ket qonaxa dawiyê

HSD dest bi pêngaveke nû dike
کوردستان TV
100%

Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) bi hevrêzîya ligel artêşa Îraqê û bi piştevaniya Koalîsyona Navneteweyî operasyona Bagera Cizîrê berdewam dike.

Di operasyonê de pêşketinên girîng hatine destxistin, şervanên HSD’ê giheştin leşkerên artêşa Îraqê û li ser sînor xalên hevbeş hatine çêkirin.

Hêzên HSD’ê herwiha herêma Dişêşe û bajarokê Hecîn ji sê alîyan ve xistine çemberê.

Berpirsê ofîsa ragihandina HSD’ê, Mustefa Balî dibêje ku hêzên wan di qonaxa dawî ya operasyonê de ne. 

Nav hatî diyar kir ku bi hevrêzîya ligel koalîsyona navneteweyî û artêşa Îraqê, herêma sînor û herwisa gundê Baqos hatin rizgar kirin. Piştre jibo şopandina rewşa tixub û rêgirtina hatin, çûna çekdarên DIŞI’ê xalên hevbeş di navbera me û hêzên artêşa Îrqaê de li ser sînor hatin danîn.”

Balî bal dikşîne ku hejmareke kesên ku ji hêla DIŞI’ê hatibûn revandin li bajarokê Hecîn û Dişêşe tên veşartin.

“Aniha amadekarî bo rizgarkirina Hecîn û Dişêşe tê kirin. Li gor agahîyên nepiştrast, li van her du bajaran dibe ku ew kesên DIŞI’ê ew revandibûn li wir bin. DIŞI mertalên zindî bikar tîne da ku pêşketinên şervanên me asteng bike.”

Ebû Xewle, Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Dêrezorê jî dide zanîn ku jiber rewşa hewayê ya ne baş operasyon hinekî dereng ma. “DIŞI niha mal û erd û rêyan mayîn dike, peqînên xwekujî pêk tîne û herwiha sîvîlan dike mertal jiber wê jî plana şer carcaran tê guhertin. DIŞI niha tenê awayê êrîşa bilez û erebeyên bombebarkirî û xwekujan bikar tîne. Teknîka wê ya şer ev e.”

Voa

 

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.