Li navçeya Beytulşebaba girêdayê Şirnexê Cerdavanek dem abi wesayita xwe de diçû rastê êrişê hat û di êrişê de hat kuştin layê xwe jî birîndar bû.
Di dema ku li hemû deverên herêmê operasyon pêk dihat de agahiya êrişê hat dayîn. Cerdevanek dema ku di wesayîta xwe de di rê de diçû li herêma gundê Boluçek a li ser Beytuşebabê rastê êrişa çekdarî hat û di bûyerê de hat kuştin. Kurê cerdevanê hat kuştin ku li gel wî bû jî birîndar bû. Hat gotin ku piştî êrişê li herêmê operasyon hatiye berfirekirin.
Îro li Şemîzînanê jî dema wesayîta cerdevanan diçû operasyonê li teqemeniya hatî çandin qelibî û teqîn pêk hat. Di encama teqînê de 2 cerdevan mirin û 3 cerdevan jî birîndar bûn.
Ji aliyeke din ve her îro teqemeniya di wesayîta cerdevanan de peqiya mayina bi dest hatî çêkirin bûn û berya ku wesayît derbas bibe hatibû çandin. Di nûçeyên destpêkê ku hatin parvekirin de di peqîna madeyên teqemeniyê de 2 cerdevan tên kutşin û 3 cerdevan jî birîndar dibin.
Lê heta niha ne diyare ku bûyer ji aliyê kî ve pêk hatî.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin