Şanda PDKê li gel balyozê Îranê civiya

Mîranî û Mescidî behsa rewşa Îraqê kirin
کوردستان TV
100%

Behsa rewşa Îraqê û hikûmeta nû ya Îraqê kirin.

Şanda partiya demokrata Kurdistanê yaku bi Serokatiya Sekreterê mekteb siyasiya PDKê Fazil Mîranî serdana Bexdayê kiriye, îro li Bexdayê li gel balyozê Îranê yê li Bexdayê Îrec Mesicidî civiya.

Piştî civînê her du aliyan di presskonferanseke hevbeş de diyar kirin ku civîna wan gelek baş derbas bûye û wan bi hevre behsa rewşa Îraqê bi giştî û encamên hilbijartinên Îraqê û çawetiya pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê kirine.

Di heman presskonferansê de Mîranî diyar kir ku Kurdistan û Îran xwedan têkiliyên dostane ne û ew her du alî hevkarên hevûdu ne.

Mîranî herwiha diyar kir ku rola Îranê li deverê de roleke girînge û di vê civîna han de jî derbarê gelek ji mijarên heyî de em xwedan hizirên hevbeşin.

Îrec Mescidî jî diyar kir ku têkiliyên Îranê li gel Kurdistanê başin û di civînê de li gel şanda PDKê me hêviya vê yekê xwest ku hikûmeta nû ya Îraqê hikûmeteke bihêz be û niha gelek zûye ku em behsa damezrandina hikûmeta nû ya Îraqê bikin.

 

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.