Şanda PDKê ber bi Bexdayê ve birê ket.
Îro şandeke partiya demokrata Kurdistanê bi Serokatiya Sekreterê Mekteb siyasiya PDKê Fazil Mîranî ber bi Bexdayê ve birê ket.
Beriya birêketinê Serokê şandê PDKê Fazil Mîranî di daxuyaniyeke taybet de ji Kurdistantvê re diyar kir ku me gelek dixwest ku şanda Kurdistanê bi yek dengî û yekrêzî serdana Bexdayê kirinba lê mixabin hin aliyên din yên Kurdî ew yek nexwestin.
Mîranî herwiha diyar kir ku em diçin Bexdayê bo parastina maf û destkeftên gelê Kurdistanê û Îraqê welatekî hevbeşe û em dixwazin her kes di îdare kirina welat de xwedan rol û pêgeh bin.
Mîranî ew yek diyar kir ku vê di çarçoveya vê serdanê de li gel aliyên şîi û sune yên Îraqê derbarê karnameya wan ya siyasî û çawetiya pêkanîna hikûmetê de bicivin.
Derbarê referandûmê de jî Mîranî diyar kir ku me bi serfirazî referandûm kiriye û referandûm mafeke rewa ya gelê Kurdistanê ye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin