Hêzên îstixbarata Hikûmeta Îranê di bajarê Seqizê de, welatiyekî Kurd binçav kirin, û ev ji bo giritîgeha îdareya îstixbarata vê bajarî veguhastin.
Li gora nûçeya gihîştî Ajansa “Kurdpa”yê, roja Sêşemî 25`ê Banemerê, welatiyê Kurd yê bi navê “Faroq Fîrûzî”, xelkê gundê “Qeyilsûnî” a ser bi bajarê Seqizê ji aliyê hêzên îtila`atê ve hate binçavikirin.
Li gorî gotina çavkaniyeke haydar di vê derheqê de, hêzên îtila`atê piştî êrîşkirin û lêkolînkirina mala vî hevwelatiyê Kurd, navbirî binçav kirine.
Heyanî dema belavbûna vê nûçeyê, derheqê sebeba binçavkirina vî hevwelatiyê Kurd tu zanyariyek di ber dest de tuneye.
Hêjayî basê ye ku “Faroq Fîrûzî” bawernameya kolêja kîmyayî heye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin