Şêwirmendê Erdogan gotibû vê piştî hilbijartinan qonaxeke nû ya çareseriyê destpê bike.
Piştî ku dohê Şêwirmendê Serokkomarê Tirkiyeyê Rece Teyyb Erdogan, Îlnur Çevîk di dema beşdarî kirin di bernameyeke raste rast ya kanaleke tirkî de behsa vê yekê kir ku mimkune piştî hilbijartinan Serokkomarê Tirkiyeyê dest bi qonaxeke nû ya çareseriyê bike, îro peyvdarê Serokkomariya Tirkiyeyê Ibrahîn Kalin di presskonferansekê de bersiva Çevîk da .
Kalin diyar kir ku ti mebest, niyaz û bernameya Serokkomarê Tirkiyeyê bo destpê kirina qonaxa çareseriyê piştî hilbijartinan tuneye.
Kalin herwiha eşkere kir ku Tirkiye li ser şerê xwe yê li dijî PKKê bi îsrare.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin