NY daxwaza jimartina dengên Kerkûkê dike

Li Kerkûkê gelek sextekarî hatiye kirin
کوردستان TV
100%

BasNews-Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Jan Kubîs daxwaza ji Komîsyona Bilinda Serixwe a Helbijartinên Iraqê kir ku lêkolînê derbarê hemû giliyên taybet bi proseya helbijartinan bike.

Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Jan Kubîs daxuyaniyeke nivîskî  weşand û têde diyar kir ku  pêwîste komisyon bi zûtirîn dem lêkolînê li ser hmû giliyên li ser encamên helbijartinan de hatine tomarkirin bike û Neteweyên Yekbûyî ji bo vê yekê amade ye hemû alîkariyê bike

Herwiha Jan Kubîs da zanîn ku, Ji bo parastina aştî û aramiyê wî bajarî divê hemû pirsgirêkên helbijartinê di çarçoveya yasayê de werin çareserkirin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.