Almanya: Tirkiye peymana Viyana binpê dike

almanya dibêje tirkiye peymana viyan binpê dike
کوردستان TV
100%

Balyozxaneya Almanya li Enqerê, jiber ku Tirkiyê nehişt ku dîplomatên Alman darizandina Hevseroka berê yê Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag bişopînin, hikûmeta Tirk rexne kir.

Balyozxaneya Almanya li Enqerê ji Twitterê dîyar kir ku hikûmeta Tirk bi awayekî balkêş xalên Peymana Vîyana binpê dike.

Balyozxanayê da zanîn ku wan ser vê mijarê agahî daye Wezareta Derve û Wezareta Dadê yên Tirkîyê, lê wan çêkirina çareserîyê red kiriye.

Balyozxaneyê dîyar kir ku helwesta Tirkîyê nayê qebûl kirin û ew nîşan dide ku siberoja hiqûqa Tirkîyê di metirsîyê de ye.

Rûniştina Yuksekdag dê îro Pêncşemê li Kampusa Girtîgeha Sîncanê li dar keve.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.