Berpirsê dezgeha hilbijartinan ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK)ê Xesro Goran eşkere kir, ku heya niha PDKê 25 kursiyên parlamentoya Iraqê misoger kiriye û niha çavê wan li hin kursiyên din e, ku li gel hejmartina dengên mayî, hejmara kursiyên PDKê dê bigehije 27 kursiyan.
Xesro Goran zelal kir, ku PDKê li Dihokê 10 kursî û li Hewlêrê 8 kursî û li Silêmaniyê yek kursî û li Mûsilê 6 kursî misoger kiriye.
Derbarê hilbijartinan li parêzgeha Silêmaniyê de jî Xesro Goran rexne li piroseya hilbijartinan kir û got: "Gumana me li ser encamên piroseya dengdanê heye û em daxwaz dikin ku li Silêmaniyê deng bidestan bên jimartin".
Xesro Goran diyar jî kir, ku ti endamekî PDKê di Komisyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê de tine ye û ew endamê PDKê yê ku di nav Komisyonê de bû, bi pîlanekê hat dûrxistin, herwiha dema ku berpirsê Komisyonê ser bi PDKê ve bû, ti pirsgirêkên saxtekariyê nehatin tomarkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin