HDPê ji bo têgeha 'terorîzma kurdî' bersiva Serokwezîra Brîtanyayê da

Serokwezîra Berîtanyayê yekem care ew peyv bikar tîne
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Brîtanyayê Theresa Mayê duh sêşemê di civîna rojnamevaniyê ya li gel Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoganî got ku welatê 'hevalekî rast' yê Tirkiyeyê bûye û têgeha "terorîzma kurdî" bi kar anî.

Li gorî nûçeya K24ê, Mayê gotiye: "Di parastina wê demokrasiyê de ya ku fişareke neasayî ji ber hewlda derbeya têkçûyî, bêîstiqrariya li seransera Sûriyeyê û terorîzma kurdî li ser heye, gelekî giring e ku Tirkiye wan nirxên ku hewl dide biparêze piştguh neke."

Parlamenterê HDPê yê Izmirê Ertugrul Kurkçu li ser hesabê xwe yê Twitterê bersiv da Mayê û got, "'terorîzma kurdî' oksîmoronek e(peyveke du wateyên dijber dihewîne) ku armanc kiriye, Erdoganî ji bo binpêkirinên mafên mirovan ên mezin ên li Tirkiyeyê haş bike: Lê emperyalîzma Troyê wiha dixebite: Heta kar bi rê ve biçe, faşîzmê haş dike, li ser rêya Neville Chamberlainî ye.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.