Serok Mesûd Barzanî bi telefonê pîrozbahî li serokê bizava Sedir ya Iraqê Muqteda Sedir kir ku di hilbijartinên Iraqê de ji hemiyan zêdetir deng anîbûn.
Ofîsa Muqteda Sedir ragihand, Serok Mesûd Barzanî, ku partiya wî di hilbijartinên Iraqê de li Kurdistanê di rêza yekem de ye her wiha Cîgirê Serokê giştî yê PDKê ku di hilbijartinên Îraqê de li Kurdistanê yekeme, Nêçîrvan Barzanî bi telefonê pîrozbahî li Muqteda Sedir kirine ji ber serkeftina wî di hilbijartinên Iraqê de.
Li gorî daxuyaniya ofîsa Sedir, Muqteda Sedir jî spasiya Serok Barzanî û Nêçîrvan Barzanî kiriye û hêviya wê yekê xwastiye biratiya navber gelên Iraqê bihêztir bibe û nakokî û aloziyên mezhebî û etnîkî kêmtir bibin.
Muqteda Sedir di hilbijartinên Iraqê de piştevaniya lîsteya Saîrûn dikir. Tê gotin ku lîsteya wî 54 kursiyên parlamentoya Iraqê bi dest aniye û bûyek yekem.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin