Kolberekî Rojhilatî li nêzîkî sînor pê li mînê kir, di encamê de piyekî wî qut bû.
Li gorî malpera Hengaw, şeva borî li devera sînorî ya Destawe li nêzîkî Pîranşarê, kolberê bi navê Rehman Resûlî Azer pê li mînê kir û mîn bi wî de teqiya.
Hat gotin ku di wê rûdanê de piyekî Rehman qut bûye.
Rehman Resûlî Azer xelkê gundê Gilawe yê Pîranşarê ye û niha li nexweşxaneyeke bajarê Hewlêrê tê dermankirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin