Rojnameger Reyhan Çapan hate girtin

zextên hikûmetê li ser rojnamegeran zêde bûne
کوردستان TV
100%

Reyhan Çapan berpirsa nivîsan a berê ya Rojnameya Ozgur Gundemê, ji ber sal û 3 meh ceza lê hatiye birîn li Artvînê hatibû desteserkirin û hate girtin. Rojnameya Ozgur Gundemê di encama Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de hatibû girtin.

Reyhan Çapan berpirsa nivîsan a berê ya Rojnameya Ozgur Gundemê, hate girtin. Rojnameya Ozgur Gundemê di encama Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de hatibû girtin.

Çapan dema berpirsa nivîsan bû, 17emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bi tohmeta ku “propagandaya rêxistinê kiriye” sal û 3 meh ceza lê birî bû. Her weha cezayê pareyan ê ku lê hatibû birîn jî kiribûn cezayê girtîgehê.

Piştî cezayê wê ji hêla Dadgeha Îdareyê ya Herêmî ya li Stenbolê erê kiribû, ji bo wê biryara zeftkirinê hatibû derxistin. Çapan piştî vê pêşketinê 10ê Gulanê li navçeya Hopayê ya Artvînê hatibû desteserkirin.

11ê Gulanê ew derxistibûn dadgelê û biryara girtinê ji bo wê hatibû dayin. Çapan şandine Girtîgeha Artivînê. Hate zanîn ku wê Çapanê bişînin Girtîgeha Vekirî ya Jinan a Sêwazê.

Çapan di doza ku li hemberî nivîskar û rêveberên Ozgur Gundemê hatibû vekirin de li 14emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê tê dadgehkirin.

7ê Gulanê danişîn çêbûbû û ji bo Reyhan Çapan jî tê de ji bo 3 kesan dozgerî xwestibû ku cezayê girtîgehê bê birîn.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.