Berdevkê YNKê: Ew tiliya tometan li YNKê bike bê birîn baştire

YNK gef li wan kesan dike ku rexne li YNKê dikin
کوردستان TV
100%

Berdevkê YNKê Seidî Ehmed Pîre, li ser bangeşeya sextekariyên YNKê yên ji aliyê partiyên Kurdistanê ve wek propaganda pênase kir û gefa birîna wan tiliyan kir ku tometê bo YNKê çêdikin.

Berdevkê YNKê Seidî Ehmed Pîre di civîna çapemeniyê de ragehand, ew zanyariyên ku behsa wan tên kirin ku sandoqên dengdanê de heck kirin pêkhatiye ‘’ne rast in’’ û got: ‘’Ev ne facebooka kesekê ye ku bê hack kirin. Sîstemeke hemû tomarên peyvendiya xwe bi helbijartinê ve heye tê de ye û bi hemû tomar bi wê sîstemê ve girêdayî ye. Eger wisa be sîstem bi giştî bi pirsgirêk e û tenê li aliyekê yan li bajarekê û taxekê ew pirsgirêk tineye.’’

Seidî Ehmed Pîre got: ‘’Em bê minet in ku guman tên kirin û li seranserê Iraqê sîstem ji nû ve lêkolîn li ser bên kirin. Lê tiliyên ku tometê bo YNKê dirêj dikin a baş ew e ew tilî bên jê kirin. Em vê qebûl nakin û red dikin.’’

Herwaha di heman civîna çapemeniyê de Seidî Pîre daxwaz ji aliyan kir, di cîha ku partiya wan bi sextekariyê tometbar bikin pêwîste pîrozbahiyê li YNKê bikin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.