Xelk li dijî YNKê da ket qadan.
Dohê prosesa dengdanê li Kurdistan û Îraqê birêveçû û li hin dever û bajaran sextekariyên mezin hatine kirin.
Yek ji wan sextekariyan jî ji aliyê Yekîtiya nîştimaniya Kurdistanê( YNK) ve li Silêmanê û derdorê Silêmanî hatiye kirin.
Her di vê çarçoveyê de 6 part û aliyên siyasî yên Kurdistanê daxwaz dikin ku dengên Silêmanî careke din bi destan werin hijmartin.
Her îro li devera Gerimiyanê jî xelk li dijî sextekariyên YNKê daket qadan û xwepêşandanê protestoyê kir û daxwaz dike ku dengdan dubare were kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin