Îro seet 07:00an pêvajoya hilbijartina Perlemantoya lraqa fedral destpêkir û li gor daneyên Komîsyona Bilind a Serbixwe ya li lraqê 24 milyon hemwelatî li seranserê welat dê mafê xwe yê dengdanê bihar bînin.
Li gor daneyên komîsyona Iraqê, li Herêma Kurdistanê 3 milyon û 144 hezar û 730 kurdistanî dê mafê dengdanê bikar bînin û ji vê hejmarê nêzî 400 hezar kes cara yekemîn deng didin.
Herwiha li gor daneyên komîsyonê li Kurdistanê pêvajoya dengdanê bi vî awayî ye; Li bajarê Silêmanî û Helebçe mîlyonek û 305 hezar û 211 kesan mafê dengdanê heye û 503 bingehên dengdanê bo wan hatîne vekirin û 188 berbijêr ji bo 26 partiyên siyasî ku 18 kursiyên Parlemantoya lraqê bi dest bixin ketine pêşbirkê.
Li bajarê Hewlêrê jî mîlyonek û 123 hezar û 219 kesan mafê dengdanê heye û bi ser 289 bingehên dengdanê de hatîne dabeşkirin u 175 berbijêr di çarçoveya 27 hevpeyman û partên siyasî de ji bo 16 kursiyên perlemantoyê bi dest bixin ketine pêşbirkê. Li bajarê Duhokê jî 716 hezar û 300 kesan mafê dengdanê heye û bi ser 256 bingehên dengdanê hatîne dabeşkirin û 117 berbijêr di çarçoveya 23 partên siyasî de p^şebirka bidestxistina 12 kursiyan dikin.
Li bajarê Kerkûkê jî 956 hezar û 262 kesan mafê dengdanê heye û bi ser 315 bingehên dengdanê de hatîne dabeşkirin û 290 berbijêr di çarçoveya 31 hevpeyman û partên siyasî de pêşbirka bidestxistina 13 kursiyan dikin. Li Musilê jî 2 mîlyon û 39 hezar û 728 dengder heye û bi ser 740 bingehên dengdanê de hatîne dabeşkirin.
Di vê helbijartinê de 6 hezar û 990 berbijêr di çarçoveya 88 hevpeyman û partên siyasî pêşbirka li ser bidestxistina 329 kursiyên perlemantoya lraqê dikin û ji van 46 kursî yên beşa Herêma Kurdistanê ne.
Ji 329 kursiyan 9 kursî yên kota kêmnetew û olan hene. Ji van 9 kursiyan 3 kursî li Musilê bo kurdên êzdî û kurdên şebek û mesîhiyan, 2 kursî li Bexda bo mesîhî û Sabîe, yek kursî li Hewlêrê bo mesîhiyan, yek kursî li Duhokê bo mesîhiyan û yek kursî jî li bajarê Wast ya lraqê bo kurdên feylî ye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin