Prosesa dengdanê destpê kir

proses heta 6ê êwarê dom dike
کوردستان TV
100%

Îro 12ê Gulanê li seraserê Îraq û Kurdistanê prosesa dengdan bo hilbijartinên parlementoya Îraqê destpê kir.

Li tevahiya bajar, bajarok, qeza, navçe û gundên Kurdistanê jî Kurdistanî bo diyar kirina berbijêrên xwe di seat 7ê sibê de berê xwe dane sendoqên denganê û dengên xwe dan.

Heta niha prosesa hilbijartinê li Kurdistanê bi aramî û rêkûpêkî birêve diçe û jibilî jikar ketina çend amûrên dengdanê li çend deveran, ti kêşeyek pêş nehatiye.

Weke tê zanîn pêrê jî dengdana taybet hatibû kirin û hêzên leşkerî û ewlekarî dengên xwe dabûn.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.