Artêşa Îsraîlê ragihand ku direngiya şeva derbasbûyî êrîşî ser çend navendên leşkerî û cêyên cebelxaneyên artêşa Sûriye û Îraqnê li Sûriyeyê kiriye.
Karbidestên Îsraîlê diyarin kir wan dijî depoyên çekan û navendên îstixbaratê êrîş li dar xistine û firokên ku tevlî operasyonê bûne vegerîne bingehên xwe.
Ajansa fermî yê Sûriyê, SANA jî dîyar kir bi dehan muşekên ketine esmanê Sûrîyê ji aliyê pergalên berevaniyê ve hatine xistin, lê hin muşek jî gihaştine armancên xwe.
Medyaya Sûriyê piştrast kir ku muşekên Îsraîlê li bingehên leşkerî û depoyên çekan ketine.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin