Heşda Şebî kartên dengdêriyê nade kurdên li Mûsilê

çekdarên heşda şebî rê nadin dengderên Kurd
کوردستان TV
100%

Hat ragihandin ku çekdarên Heşda Şebî kartên dengdêriyê yên kurdên li deşta Nînowayê dijîn nade. Çekdarên şiiyan bi şertê ku kurd dengên xwe bidin namzedê wan kartan didin.

Berpirsê Musilê yê PDKê Îsmet Receb da zanîn ku Komîsyona Hilbijartinê ya Iraqê kartên dengdêriyê nedaye koçberên ku ji Herêma Kurdistanê koçî deşta Nînowayê kirine û herwiha dê di hilbijartinê de nikaribin dengê xwe bikarbînin.

Îsmet Receb eşkere kir ku çekdarên Heşda Şebî jî kartên dengdêriyê yê kurdên ku li heman herêmê dijîn bi şertekî didin: "Dibêjin an hûnê dengê xwe bidin namzedê me an jî em kartan nadin."

Recep got ku çekdarên Şiiyên bi piştevaniya Îranê gefan li kurdan dixwun ku dengên xwe bidin namzedê wan û bi armanca ku bi rêjeya ji %90 dengan werbigre tevdigerin.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.