Ûkrayna, du rojnamevanên rûs dersînor kirin

goman li ser wan her du rojnamegeran hebûye
کوردستان TV
100%

Serwîsa Ewlekariya Ûkraynayê (SBU) nûçegîhana televîzyona Rossiyayê Valentina Solovyeva û nûçegîhana kanala Perviy, Olga Yuryeva dersînor kir.

SBU daxuyand u nûçegîhanên rûs Solovyeva û Yuryeva ku bo derbarê roja 9ê Gulanê ya salvegera serfiraziya Sovyetan ya li dijî Elmanyaya Naziyan de nûçeyan amade bikin hatibûn Kieva Ûkraynayê, herwiha herdu nûçegîhanên rûs hatin dersînorkirin. SBU rojnamevenaên rûs bi hinceta ku propaganda kirine û zirar dane ewleheyiya dewleta Ûkraynayê sûcdar dîtin.

Solovyeva hat şandin Rûsyayê, Yuryeva jî radestî dewleta Kazakistanê hat kirin. SBU beriya niha jî xebatkara Saziya Televîzyon û Radyoya Rûsyayê (VGTRK) Tamara Nersesyan dersînor kiribû.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.