Piştî daxuyaniya Trump ya di derbarê vekişîna ji peymana nukleerî ya bi Îranê re, fîrmayên Boeing û Airbus peymana firotina balefiran ya bi 40 milyon dolarê betal kirin.
Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump duhê ragihand ku Amerîka ji peymana nukleerî ya bi Îranê re hatibû kirin vedikişe. Ji sala 2015an ku sala îzekirina peymanê bû li ser Îranê gelek mueyîde rabibûn. Di vê çarçovê de pêşveçûna herî berbiçev ew bû ku şirketên Amerîkî yên wek Boingê bi Îranê re peyman çê kiribûn ku bi bihayê 40 milyar dolarê wê balefir bifirortana Îranê. Di nava heman peymanê de şirketa hewayî ya Ewropayê Airbus jî hebû.
Piştî daxuyaniya Trump ya vekişandina ji peymana nukleerî şirketa Boing û Airbus ragihandin ku pilana wan a dayîna balefiran ji bo Îranê betal kirine. Peymana ji bo balefirên rêwiya hatibû îmzekirin bi bihayê 40 mîlyon dolarê bû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin