Nûrî Malikî: Piştî helbijartinê dê şerê navxweyî yê Iraqê destpê bike

malikî dibêje dema destpê kirina şerê navxweyî gelek nêze
کوردستان TV
100%

Cîgirê Serokkomarê Iraqê û Serokê Îtîlafa dewleta yasa ragehand ku piştî helbijartinên Iraqê dê şerê navxweyî li welat pêkbê.

Serokê Îtîlafa dewleta yasa Nûrî Malikî di bernameyek kanalê televîzyonê de ragehand, şerê navxweyî bi giştî piştî du bûyeran li welatan pêkbê. Ew jî ya yekê serjimêriya rûniştvanan, ku dema serjimêrî bi dilê hin pêkhateyan nebe şer pêktê, ya duyem jî piştî helbijartinan. Ew jî dema encamên helbijartinê bi dilê beşek ji aliyan nebe.

Daxuyaniya Malikî rastî demekê hat ku sê roj şûnde ango roja 12.05.2018ê helbijartinên parlamentoya Iraqê li hemû bajarên welat û herêma Kurdistanê dê birêve biçe.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.