Ehmed Turk: Demîrtaş dê ji sedî 15 ji dengan bidest bixe

Ehmed tirk behsa rêjeya dengên Demîrtaş dike
کوردستان TV
100%

Siyasetmedarê Kurd û hevşaredarê berê yê Mêrdînê Ehmed Turk diyar kir ku HDP hilbijartinê boykot nake û Demîrtaş dê derdora sedî 15ê dengan bidestbixe.

Ehmed Turk ji malpera “Diken” a Tirkî re diyar kir, di rojeva HDPê de boykotkirina hilbijartinan nîn e û ragihand, hewlên me berdewam in ta Demîrtaş ji bo gera duyemîn ya hilbijartinên serokomartiyê bimîne.

Turk rexne li helwesta CHPê jî girt û wiha got, rêveberiya AKPê zextan li Kurdan dike û heger ji bo demokrasiyê tên, divê hemû aliyan himbêz bikin. Got jî, li Tirkiyê gelek rêxistin, partî û rêxistinên Elewiyan hene û CHPê ligel wan ti hevdîtin nekirine.

Ehmed Turk derbarê namzediya Demîrtaş de jî wiha got: “Emê di gera yekemîn de piştgiriya namzedê xwe Demîrtaş bikin. Gera duyemîn jî, emê şert û mercên wê demê ligel partiya xwe gotûbêj bikin. Ti kes nikare bêyî Kurdan, Tirkiyê demokratîk bike û deshilatê biguherîne.”

Ehmed Turk ragihand jî, Demîrtaş dê derdora 15ê dengan bidestbixe, gelek mirovên demokrat, rewşenbîr û xwedî wijdan wê dengê xwe bidin Demîrtaş.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.