Pûtînî dîsa Medvedev kire berbijêr

putîn bi ti awayî de ji medvedev ber nade
کوردستان TV
100%

Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtînê ku îro dest bi serdema nû ya serokatiya xwe kir, serokwezîrê niha Dmitriy Medvedev careke din wek serokwezîr nîşan da.

Li gorî daxuyaniya Kremlinê, Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtînî îro ji bo serdema xwe y çaremîn sond xwar û serokwezîrê niha Medvedevê careke din wek namzetê serokwezîrîtiyê pêşkêşî beşê jêrîn ê parlamentoyê, Dûmayê kir.

Tê payîn ku namzetiya Medvedevê sibe li Dûmayê di civîna awarte de were nirxandin.

Serokê Dûmayê Vyaçeslav Volodinî berî niha gotibû ku kesê dê Pûtîn wek namzet nîşan bide dê bi awayekî cuda  bi fraksiyonên li parlamentoyê bicive.

Medvedev piştî merasîma sondê li gorî prosedûrê wek endamên din ên hikûmetê îstîfa kiribû. Ji bo Medvedev dest bi peywira xwe bike, divê ji aliyê Dûmayê ve were pesendkirin.

Medvedevî ji sala 2012an ve peywira serokwezîriyê dikir.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.