Fazil Mîranî: Xelk rastiyên 16ê Cotmehê nas dikin û nayên veşartin

PDK li Seyid Sadiq jî civîna girseyî organîze kir
کوردستان TV
100%

Sikirtêrê polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistanê Fazil Mîranî di gotarekê de, ku li bajarokê Seyid Sadiq di bangeşeya hilbijartinan de pêşkêş kir, balkişand ser bûyerên 16ê Cotmehê û got: "Dîplomasiya Partî karî pilanên nehezan pûç bike û li Kerkûkê karîna bergiriyê hebû û xelk rastiyên 16ê Cotmeha sala derbasbûyî zanin û nayên veşartin".

Derbarê beşdariya Partiya Demokrat a Kurdistanê di hilbijartinên dahatî yên Perlemana Iraqê de, Fazil Mîranî got: "Pirsgirêka me ne li gel Malikî û Ebadî û Elawî û Ceiferî ye, lê pirsgirêk li gel wê eqliyetê ye ku hîna Kurdan qebûl nake. Partî wê di van hibijartinan de bihêz beşdar bibe, ji ber ku heger Partî bihêz be wê Kurdistan jî bihêz be".

Herwiha got: "Pêwîst e piştî pênc rojên din, dema ku dengdan destpê bike, ji bo ku em destkevtên xwe biparêzin, hemû endamên Partî û dostên Partî, gilî û gazinên xwe bidin aliyekî û beşdarî dengdanê bibin, em endamên Partî wiha ne û di pêşerojê de jî divê em wiha bin û pêwîst e em di nav xwe de jî xefûr û rehîm bin û beramberî neyarên derve bihêz rawestin".

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.