Çekdarê temen 68 salî yê ser bi milîsên Heşdî Şebî radigehîne ku zêdetirî sê sale çek rakiriye û şer li dijî DIŞIê dike, lê mehane tenê 40 hezar dînar wek mûçe wergirtiye û daxwaz ji serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî dike mûçeyê wî zêde bike.
Çekdarek milîsên Heşdî Şebî yê bi navê Elî Husên dibêje: ‘’Ji roja merciya bilind a şîeyan fetwa da û şerê cîhadê li dijî DIŞIê ragehand, min çek rakiriye û sê sal zêdetire di nav Heşdî Şeibî de de di firqeya 17ê ya mixawir de ye.’’
Herwaha dibêje, ji wê demê ve mehane tenê 40 hezar dînar wek mûçe werdigre û got: ‘’Mûçeyê min ji aliyê efseran ve tê dayîn û li Tel Omer erkdar im.’’
Herwaha daxwaz ji serokwezîr Ebadî dike ku mafên wî bo wegerîne û mûçeyê xwe bi temamî werbigre.
Parlamentoya Iraqê bi yasayek taybet ve mûçeyê çekdarên milîsên Heşdî Şeibî diyar kir û serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî jî mûçeyên Heşdî Şeibî wek mûçeyên leşkerên Iraqê lê kir û di heman astê de mûçe werdigrin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin