Serokê Amerîkayê Donald Trump cih û tarîxa lûtkeya civîna li gel Serokê Koreya Bakur Kim Jong-unî ragihand.
Serokê amerîkî li Qesra Spî bi rojnamevanan re axift û diyar kir ku cî û tarîxa civîna li gel Serokê Koreya Bakur Kim Jong-unî hatine diyarkirin.
Trumpî destnîşan kir ku dê di demeke nêzîk de hûrgiliyên derbarê mijarê de eşkere bikin.
Trump li ser her sê welatiyên amerîkî yên li Koreya Bakur hatine girtin jî axift û got, "Em civînên berbiçav bi Koreya Bakur re dikin û di mijara rehîneyan de gelek tişt çêbûne. Wek min duh got, bişopînin. Wiha difikirim ku hûn ê tiştên gelekî, gelekî xweş bibînin."
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin