Parlamenterekî Neynewa (Mûsil) çend grûpên çekdar bi gefxwarin û binpêkirina mafên nişteciyên vê parêzgehê tohmetbar dike.
Parlamenterê Parêzgeha Neynewa Ebdulrehîm Şemerî di civîneke çapemeniyê de got: “Li Neynewa çend grûpên çekdar gefan li welatiyan dikin û di demên borî de ji aliyê çekdarên wan grûpan ve çendîn car mafên xelkê parêzgehê hatine binpêkirin.”
Şemerî wiha axivî: “Dibe ku binpêkirin ji aliyê çend kesên nav wan grûpên çekdar ve hatibin kirin, lewma Fermandarê Operasyonên Neynewa li ser wan binpêkirinan hatiye agahdarkirin û em li bendê ne kesên wiha bên girtin û lêpirsîn ligel wan were kirin.”
31ê Tebaxa 2017ê Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Heyder Ebadî kontrolkirina qezaya Til Efer û tevahiya parêzgeha Neynewa ji destê çekdarên DIŞIê ragihandibû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin