Berdevka Qesra Sipî Sarah Sanders diyar kir ku ew piştgirîya gotinên Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu yên ser bernameya navokî ya Îranê dikin.
Sanders da zanîn ku Qesra Sipî alîgirê hewildanên Netanyahu ye û got ku wî berî daxuyaniya xwe agahî daye Qesa Sipî.
Sanders got: Bernameya navokî ya Îranê ji ya sala 2015’an, ku wê çaxê peymana navokî hatibû îmza kirin, pir berfirehtir e. Îranê ji serî heta dawiyê derew kirin.
Sanders diyar kir ku peymana navokî li ser tiştên ne rast hatiye ava kirin û kapasîteya navokî ya Îranî ji ya tê gotin hîn berfirehtir e.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin