Nêçîrvan Barzanî digel wezîrê pîşesaziyê yê Îraqê têkeliyên Hewlêr û Bexdayê nirxandin

behsa têkiliyên abûrî yên di navbera her du aliyan de kirin
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê li gel wezîrê pîşesaziyê yê hikûmeta Îraqê Mihemed Şeyah Alsudanî û şandeya pê re civiya.

Di civînê de Alsudanî li hember serdana bo Herêma Kurdistanê û beşdarîkirin di konferensa geşepêdana têkeliyên aburî yên navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamiya Îranê ku îro li bajarê Hewlêrê dest bi kar û çalakiyên xwe dike,  kêfxweşiya xwe nîşan da.

Wezîrê pîşesaziyê yê Îraqê di axaftina xwe de asayîbûn û pêşdeçûna têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê bilind nirxand  û diyar kir çend pirsgirêk hatine çareser kirin lê ji bona çareserkirina hemû pirsgirêkan divê diyalog û danûstanidnên navbera Hewlêr û Bexdayê berdewam be.

Nêçîrvan Barzanî sipasiya serdan û beşdarîkirina şandeya hikûmeta Îraqê di konferensa geşepêdana têkleiyên aburî yên navbera Hewlêr û Taranê kir û got ku ev koinferens ku, di berjewendiya vejandina aburiya Îraq û Herêma Kurdistanê ye, giringiya xwe heye.

Serokwezîr sipasiya hemû wan kes û aliyan yên ku di pirosesa asayîkirina têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê de û çareserkirina beşek ji pirsgirêkan hevkar bûn, kir û hêvî xwest ji bona çareserkirina hemû pirsgirêkan danûstandin berfirehtir bibin.

Barzanî bi giringî zanî têkelî, hevkarî û alîkarîkirina navbera saziyên her du hikûmetan; hikûmeta Herêma Kurdistan û hikûmeta Îraqa Federal berfirehtir bin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.