Serokwezîrê Kurdistanê li gel balyozê Îranê yê li Bexdayê civiya.
Êwara îro Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya balyozê Îranê yê li Bexdayê Îrec Mescidî kir.
Îrec Mescidî bo beşdarî kirin di konferansa pêşde birina têkiliyên abûrî yên navbera Kurdistan û Îranê yaku li Hewlêrê tê lidarxistin hatiye devet kirin û bo vê yekê serdana Hewlêrê kiriye.
Di civînê de ku konsulusê Îranê yê li Hewlêrê jî tê de beşdar bû, her du alî behsa têkiliyên abûrî yên di navbera Kurdistan û Îranê de kirin û behsa girîngiya konferansa han kirin.
Ew konferans vê sibê roja çarşemê li Hewlêrê destpê bike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin