Di çarçoveya kempîna propagendeyên hilbijartinên parlementoya Îraqê de îro PDKê jî civîneke din ya girseyî li Şeqilawayê lidar xist û têde Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistana (PDK) Nêçîrvan Barzanî gotarek pêşkêş kir û ragehand ku PDK parêzera Kurdistanê û destkeftên gelê Kurdistanê ye.
Nêçîrvan Barzanî di destpêka bangeşeya partiya xwe ya li Şeqlawayê beşek ji helbesteke helbestkarê kurd Hejar xwend.
Barzanî ev tişt gotin "Eger PDK bi hêz be li Bexda, Kurdistan bi hêz e li Bexda. Divê em li Bexdayê yekrêz û hevgirtî bin. PDK li Bexda bawerî bi temamî li mafê çarenûsê heye. Em dixwazin ji Bexdayê re bibêjin ku mafê destûrî yê Herêma Kurdistanê cîbicî bike. PDK parêzara Kurdistanê ye."
Barzanî, "Em wek partî li meydana xebatê weke çiyayê Sefîn in."
Barzanî bang li beşdaran kir ku dengê xwe bidine lîsteya 184an, "Di roja dengdanê de hemû dengê xwe bidine lîsteya 184 a Partî Demokratî Kurdistanê."
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin