Serokê xwepêşandanan bû namzedê serokwezîrtiyê

ji xwepêşandanê destpêkir û bû Serokwezîr
کوردستان TV
100%

Serokê muxalifên Ermenistanê Nikol Paşînyan ji Grûba Tifaqa Derketinê (Yelq) bi fermî bû namzedê serokwezîrtiyê.

Endamê Partiya Grûba Tifaqa Derketinê (Yelq) Ararat Mîrzoyan di axaftina xwe de ragihand ku Nîkol Paşînyan ji bo wezîfeya serokwezîrtiyê namzed hat nîşandan. Mirzoyan di axaftina xwe de got: "Peşniyara serokwezîrtiyê li Paşînyan hat kirin. Yelq li parlamentoyê Partiya Komarparêz jî di nav de wê bi sê partiyan re hevdîtinan pêk bîne."

Serokê xwepêşandanan Nîkol Paşînyan di axaftina xwe ya rojnamevanan de got: "Em nahêlin Ermenistan ji nava Yekîtiya Ekonomîk a Avrasyayê (YEA) derkeve. Lê ev naye wateya ku di nava YEAyê de pirsgirêk tunene. Em ê hemû pirsgirêkên xwe bi hevalbendên xwe yên YEAyê re çareser bikin. Herwiha ji bo îstîqrara têkiliyên bi Azerbeycanê re pêwistî bi artêşeke bihêz heye."

Paşînyan di berdewamiya axaftina xwe de got: "Hê jî Azerbeycan polîtîkayê xwe yên agresîf didomîne. Wezîfeya me artêşê bihêz bikin û ji bo şer amade bikin. Ev dê berê Azerbeycanê bide rêyeke erênî."

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.