Hat ragihandin ku 70 malbatên Erebên li bajaroka Şiyê ya bi ser bajarê Efrînê yê Rojava ve hatin bicihkirin.
Li gor ajanseke Rojava ku dispêre çavkaniyekî ji herêmê ragihandiye ku îro 70 malbatên Ereb li bajaroka Şiyê ya bi ser bajarê Efrînê yê Rojava ve hatin bicihkirin.
Di nûçeyê de hat diyar kirin ku hejmara wan Erebên îro li bajaroka Şiyê hatine bicihkirin, 207 kes in û hat gotin ku komên çekdar ên bi piştgiriya Tirkiyeyê li bajaroka Şiyê dimînin, ew malbatên Ereb li malên Kurdan ên hatine terikandin, bi cih kirine.
Bajaroka Şiyê ji sed malan pêk tê û ji sedî 50yê wan malên xwe terikandine û hêj venegeriyane malên xwe.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin